Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê Koreya Bakur dibêjît belkû hikûmeta Pyongyongê bi pêşkêşkirina delîlan razî bît ku wê bernameyeke çekên uraniumê nîne


Nûnerê serekî yê babetên navokî yê Koreya Bakur dibêjît belkû hikûmeta Pyongyongê bi pêşkêşkirina delîlan razî bît ku wê bernameyeke çekên uraniumê nîne.

Amerîka dibêjît ew welat xwudanê bernameyeke çekên navokî yên ji uraniumê ye -- ji bilî çekên ji platiniumê ku ji xwe Koreya Bakur pênasîn pê kirîye.

Alîkarê Wezîrê Derve Kim Kye-Gwanî gote CNNê welatê wî bernameyeke we nîne, lê amade ye ku wî babetî rohn biket heke li dijî wê gotina wî li paşerojê delîlek bête danan.

XS
SM
MD
LG