Serokê parlamentoya Iraqê endamên parlamentoyê gazî kirine kombûneke taybetî li roja Duşembî – roja dawîn ji bo darêştina destûrnameya Iraqê.
Nûnerên Sunnî, Şî’e û Kurd dilezînin da ku wê pêşnivîsê bidarêjin, lê karbidest dibêjin ew hêj negiheştîne rêkkeftinekê.
Ajansa Reuters li ser zarê endamên desteya darêştina destûrnameyê radidenînin ku parlamenterên Iraqî dê li demê wê civîna Duşembî derfeta nêhrîna li wê pê-nivîsa destûrnameya nû hebît.
Li dû peyaman, serokê Banqeya Navendî ya Iraqê li Bexdayê hatîye revandin.
Karbidestên Amerîkî dibêjin li sê peqîyanên ji roja Eynî we re lêvên rêyên li Bexda, Tuz û Rutbayê pênç serbaz hatîne kuştin.