Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakûr li navendeke atomî ji nû ve dest bi karî kirîye


Li dû gotina raportekê Koreya Bakûr li navendeke atomî ji nû ve dest bi karî kirîye çêdibît ku ew ji bo parzînîna keresteyên bo sermûşekên navokî.

Rojnameya Asahi ya Japonê li roja Yêkşembî ragihand ku sateliyteke zêrevanîyê ya Amerîka dîtîye ku hilm ji pişkeke wî navenda navokî ya Yongbyon diçît. Ew li bakûra Pyongyanga paytext e.

Rojname dibêjît bi wê hilmê hesîyayne berî destpêka danûstandinên şeş-alî li Tîrmehê û li demê wan kombûnan bi destpêka karê wê karxanê hatîye axiftin.

Rojnameya Asahi bêyî ku navî bidet dibêjît karbidesteke Amerîkî gotîye Koreya Bakur gotîye ew dê dest ji wê navenda navokî berdet, lê her hêdî hêdî xebata atomî berfireh diket.

Biryar e ku ew civînên şeş welatan li heftîya têt destpêken.

XS
SM
MD
LG