Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê tundrê yê nû yê Îranê bi dev havête rojavayê


Serokê tundrê yê nû yê Îranê Mehmud Ehmedînijad bi dev havête rojavayê û lîberalîzmê û soza pêşvebirina çandeke wesa biket ku fêlûxasyetan baş pêşve dibet û yên xirab qedexe diket.

Gotinên Mehmud Ehmedînijadî li gotareke Yêkşembî bo parlamentoyê bi rêya televîzyonê hatine belav kirin.

Dîyar bû ku bi mebesta Brîtanya, Fransa û Almanyayê, serokê Îranê got ew dilreqî û nerewayî ye ku hindek welatên rojavayî têkilîyên aborî hene bi Îranî ra û paşê jî xwe têkilî karûbarên linav Îranê diken.

Mehmud Ehmedînijadî got hikûmeta wî bi gotina wî bêdadî û zordestîya rojavayê li ser Îranê qebûl naket.

Ew gotara wî destpêka çend rojên miştomira ser hikûmeta 21 endamî ya serokê nû bû.

Rêberê Îranê got berfirehkirina dadûedaletê, xizmeta gelî, bilindkirina welatî hem di warê aborî hem jî olî û qencîya digel xelkî dê rêbazên rehber yên hikûmeta wî bin.

XS
SM
MD
LG