Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush dibêje Destûrnameya demokratîk ji Îraqê re dibe gavek mezin


Serok Bush dibêje rêbêrên Îraqê karê xwe yê li ser amadekirina destûrnameya demokratîk temam dikin ku bi gotina wî ev kar karekî li dijî "terorîst û reşbînîyan"e.

Wî ev gotin kirin li axaftina xwe ya li wîlayeta Utah ya li rojavaya Amerîka, bo zêdekirina piştevanîyê ji şerrê Îraqê re.

Birêz Bush li bajêrê Salt Lake City, li navenda Kevneşerkerên Şerrên Bîyanî peyivî. Wî ji wan serbazên berê re got Welatên Yekgirtî zora faşîzm û komunîzmê birîye û dê herwiha îdeolojîya terorîstan jî dê bidorîne.

Serok Bush bêhnvedana xwe ya li mala xwe li Texsasê nivcû hişt ji bo seredaneke bo çend bajêran ji bo axaftinan li ser şerê Îraqê û şerê dijî teorîzmê.


Eger bixwazî li dirêjahîya vê nûçeyê guhdarî bikî, ji kerema xwe re li jorê nivîsa ku dibêje "Li nuçeyê guhdarî bike" bitiqîne.

XS
SM
MD
LG