Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl xwe ji Xezzeyê vekêşa


Hêzên Îsraîlê bi kêmî 8500 akincîyên Cuhu ji Xezzeyê derxistin Bi wê bizavê dagirkirina bi 38 salan ya Îsraîlê li wê devera Felestînîyan bi dawî hat.


500 kesên dawî roja Duşemê ji Akincîgeha Netzarîmê derketin. Lêşkerê Îsraîlê li bere ku heftîya bê bingehên xwe yên li Xezzeyê hilweşîne.

Serok Bush got ew xwevekêşan ji bo Îsraîlê gaveke wêrek û bi êş bû û ew dê bi kêrî vejandina aşîtîya Navîn bêt.

Di vê navê de karbidestên Felestînî dibêjin rêberê Felestînî Mehmud Ebbas bi telefonê bi serokwezîrê Îsraîlê Arîel Şaron re peyivîye û jê re gotîye Felestînî ji bo aşîtîyê bi Îsraîlîyan re ne.

XS
SM
MD
LG