Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roja paş xwevekêşana Îsraîlê 6 kes hatine kuştin


Pênc Filistînîyên bergûman û Cihûyekî tundrê hatine kuştin li bûyerên cida rojekê piştî ku Îsraîlê 25 akincîgehên Cihûyan li deverên Filistînîyan vala kirîn.

Serbazên Îsraîlî bi ser maleke li penageheke Tulkarem li Kinara Rojava da girt û pênc Filistînî kuştin. Karbidest dibêjin ew li wan zelaman digeryan ji ber têkilîya wan di bi kêmî ve du êrişên xwekuj yên îsal li Îsraîlê da.

Berî hingê polîsên Îsraîlê got zelamekî Filistînî du xwendekarên olî, yêk Cihûyekî Amerîkî û yê dî Brîtanî dayne ber kêran. Xwendekarê Brîtanî mir.

Ew yêkemîn êrişên ragihandî ne paş xwevekêşana Îsraîlê ji 21 akincîgehên ji Xezze û çar yên ji Kinara Rojava.

XS
SM
MD
LG