Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Herêma Inguşetya ya Rusyayê li peqîyana bombê birîndar bû


Bi peqîyana du bombeyan li paytextê komara Inguşetya ya li başûra Rusyayê hejîya û mirovek hate kuştin û serokwezîrê herêmê û du mirovên dî jî birîndar bûn.

Karbidest dibêjin ew bombe 10 sanîyeyan li dû hev teqîyan li bazareke li bajêrê serekî yê herêmê Nazranê û otomobîla serokwezîrê komarê Ibrahim Maslagov kire kalote û ew birîndar kir û nobedarekî wî jî kuşt.

Li dû gotinan birînên birêz Maslagov li lingên wî ne û ne bi xeter in.

Înguşetya li ser tixûbê Çeçenyayê ye li komara biavrêşe ya Rusyayê. Hêzên cidahîxwaz yên Çeçenyayê eve 10 sale şerrê leşkerê Ûris diken.

XS
SM
MD
LG