Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Benedict û Wezîrê Derve yê Iraqê Hişyar Zêbarî li mala Papayî li Romayê kombûn


Papa Benedict û Wezîrê Derve yê Iraqê Hişyar Zêbarî li mala Papayî li Romayê kombûn û li ser bernivîsa destûrnamê û azadîya olî li Iraqê peyivîn.

Peyivdarekî Vatîkanê dibêjît Papa Benedictî sengî êxistîye ser pêwîstîya pêkînana mercên danûstandinan ji bo pişikdarîya hemî komên olî û alîyên civaka Iraqê li dîyarkirina paşeroja welatî. Sê ji 100ê ji serjimara Iraqê Mesîhî ne.

Wezîrê Iraqî kombûnek jî digel Wezîrê Derve yê Vatîkanê Metran Angelo Sodano kir.

Vatîkan bi dijwarî li dijî şerrê Iraqê yê bi rêberîya Amerîka bû û Papayê berê John Paulî ji bo bersinggirtina şerrî gelek xebat kiribû.



XS
SM
MD
LG