Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danûstandinên ser destûrnameya Iraqê asê bûyne


Serokê parlamentoya Iraqê dibêjît danûstandinên derbarê destûrnameya nû da dê bidomin da pêtir demî bidene Şî’e, Kurd û Sunneyan ku ew bigehine pêkhatinekê.

Lê Hacim El Hesenî got heke ew nuner li ser mijarên serekî rêknekevin jî belkû ew belge bête pêşkêşkirin bo dengderan li referanduma li meha 10.

Wî li roja Eynî we got piştî ku nûneran heta demê dîyarkirî li şeva Pêncşembî nikarî jêknegirtinên li warê babetên mîna federalîyê çareser biken. Sunne dibêjin sistema federalî dê Iraqê parçe biket.

Birêz El Hesenî got ew hîvîdar e ku beşdarên wan danûstandinan dê li ser bernivîseke destûrnameyê rêkbikevin da parlamenter dengên xwe ser bidet. Lê wî got dengdaneke li parlamentoyê şert nîne ji ber ku bernivîsa bi piştevanîya Şî’e û Kurdan ji xwe giheştîye parlamentoyê.

Rojnameya New York Times dinivîsît ku Serok Bushî têlefona Ebdulezîz Hekîm, yêk ji rêberên herî bihêz yên Şîeyên Iraqê, kirîye û gotîyê bila bêyî riza Sunnîyan destûrnameyê nedene parlamentoyê.

XS
SM
MD
LG