Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senetoya Uzbekîstanê biryara girtina bingehê leşkerê Amerîkî mor kir


Civata Jorîn ya Parlamentoya Uzbekîstanê mora dawîn li biryara hikûmetê da ji bo derêxistina hêzên leşkerê Amerîka ji wî welatî.

Endamên Senatoyê ew biryar li roja Eynî pejirand, û got ew bingehê leşkerê Amerîkî bûye sebebê zîyana li ser jîngehê û nexweşîyên linav xelkê li dewrûberan.

Wê civata jorîn ya parlamentoyê her wesa got êdî dem hatîye bo dayêxistina wê bingehê hêzên hewayî yê Karşî-Xanabad ji ber ku alîyê leşkerî ji bizavên Amerîka li Efxenîstanê bidawî hatîye. Hindek endamên Senatoyê got hebûna leşkerî Amerîka Uzbekîstan tûşî pirsa parastinê kirîye.

Hikûmeta Uzbekîstanê li meha bihorî ragihandibû ku ew dê rêkkeftina li ser wî bingehî bidawî bînît, lê çi sebeb dîyar nekiribûn ji bo derêxistina hêzên Amerîkî linav çend mehan.

XS
SM
MD
LG