Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Amerîka:  Bi êrîşa bi firokan li rojavaya Îraqê gelek terorist hatine kuştin


Leşkerê Amerîka li rojavaya Îraqê ji esmana bi firokan êrîş birin ser sê xanîyên ku terrorîstan xwe tê de veşartibûn.

Di daxuyanîyeke Welatên Yekgirtî de dibêje terorîstê bi nav û deng Ebû Îslam û
gelek şirîkên wî di êrîşa îro(Sêşem)de hatine kuştin li du bajêrokên Huseyba û Karabîla li nêzî tuxubê Surî.

Televîzyona Erebî El Cezîre radigihîne ku bi kêmî ve 40 kes hatine kuştin di wê êrîşa bi firokan de.

Ji alî sîyasetê ve jî cîgirê serokê Îraqê Şêx Gazî El Yawer dibêje ew bawer dike ku Erebên Sinnî yên wî welatî dê nikaribin pêşnivîsa destûrnameyê bettal bikin di referandûma netewî ya 15ê meha 10 de.

Dibêje şûna wê, divê ku Sinnîyên ku kêmanî ne hizra xwe deynin ser hilbijartinên parlamanê li meha 12 ku karibin têra xwe endam li parlamanê hebin da bikaribin guherînan bixine destûrnamê de.

XS
SM
MD
LG