Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush vedgerête Washingtonê piştî barova Katrina li devava kendavê da


Roja Çarşembî serok Bush dê vegerêtev Washington D.C. û dê bênvedana xwe li baxê xwe li Texas bi dumahî bîne da harîkarîya bizavêt piştî barova Katrina biket.

Karbidest berdewamin li ser bizavêt hewar çunê piştî barovê roja Dûşembî li devava Emerîka day. Fermandarê Mississippi Haley Barbour dibêjît renge hijmara miryan li devereka Mississippi bitenê bigehîte 80 kesan.

Barovê li Louisiana, Alabama û Mississippi dar û bar ji rihave helqandîne û xanî wêran kirîne.Kargerêt hewar çunê hilîkopter bikar anin bo veguhaztina xelkî ji ser banêt malêt wan ko piştî barovê pena birboyê.

Xetêt kehrebê û gazê hatîne birîn û karbidest hişdarîyê dane akincîyan kû nuke ne vegerêna malêt xwe. Rêveberê ajansa kar û barêt hewar çunê ya fedralî evro gote tura CNN renge çend heftî pê biçin heta ku hindek akincî bişên vegerênev malêt xwe.

Hewnas dibêjin barova Katrina noke sisttir bûye û berê xwe daye rojava Tennessee.

XS
SM
MD
LG