Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi karwanan pêdivîyên tengavîyê digihîjin qurbanîyên karesatê li New Orleansê


Bi hezaran hêzên nobetdar yên netewî li New Orleansê ji bo qurbanîyên karesatê xwarin û lazmatîyan digihîjînin bajêrê ku lehî pê ketîye û bi hezaran kesên di rewşek xirab de ji herêmê derbasî cîyên bê taluke dikin.

Ev çend rojin qurbanî bê xwarin, bê av û bê derman mane.

Berî seredana xwe ya ber bi herêmê ve serok Bush got di alîkarîya ji bo rewşa tengavîyê de kêmasîyek gelek ecêb heye. Wî got li Mississippi û li Alabama rewş her diçe çêtir dibe li gorî cîyên din.

Li Washingtonê rêberên ji qewmê çerm reşan ji bo wê alîkarîya hêdî gotin ku di karesatê de ezîyeta mezintirîn li hevwelatîyên reşik bûye. Rêberên reşikan herwiha ji wîlayetên din jî daxwaza alîkarîyek wek ya Texasê kir

Xemên li ser ewlekarîya li New Orleansê hêjî didomin ji ber ku gelek xanîyên ku agir pê ketibûn bi seetan bê alîkarî mabûn.

XS
SM
MD
LG