Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongres alîkarîyeke zêdetir pesind dike bo operasyonên bahozê


Kongresa Welatên Yekgirtî kom dibe ji bo ku 51.8 mîlyar dolar li alîkarîya tengavîya bahoza Katrîna zêde bike.


Wisa çaverê tê kirin ku Civata Nuneran dê îro (Pêncşem) dana wî pereyî pesind bike ku hikumeta Bush vî pereyî wek alîkarîya vê carê bo bizava hewarçûna bahozê giranbuha dihanî ziman. Qanundaner heftîya buhurî 10 û nîv mîlyar dolar pere ji bo alîkarîyê pesind kiribûn.


Piranîya alîkarîya pera dê bibe para Ajansa Federalî ya Rêveberîya Destûdarên Tengavîyan.

Kongres vê gavê davîje piştî ku komîteyek ji nunerên alîgirê herdû partîyan wan alîkarî û bersivên ku hikumet daye Bahoza Katrîna dinirxînin.


Rêberê piranîya Senatoyê Bill Frist dibêje dê ew komîte hemû qonaxên hikumetê binirxîne û raporta wê heta 15ê Sibata sala 2006 an bide.


Gelek rexne li serok Bush û serokê Ajansa Federalî ya Rêveberîya Destûdarên Tengavîyan Michael Brown hatibûn girtin ji ber bersiva federalî bo Katrina.



XS
SM
MD
LG