Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bernama Hello Washingtona roja 09-09-05 bi babeta seredana Serokê Iraqê Celal Talabanî bo Amerîka


Bernameya Hello Washingtona vê heftîyê li ser seredana serokê Îraqê birêz Celal Telebanî bo Amerîka ye. Birêz Telebanî li Amerîka diçe seredana serok Bush û kombûna Neteweyên Yekgirtî

Serokê Iraqê Îro (Înê) li Dengê Amerîka konferanseke çapemenîyê da. Konferans li 11ê sibehê bi dema Washington destpêkir û nêzî seetekê berdewam kir.Serok Telebanî bersivên pirsên ji hemû pişkên Dengê Amerîka da li ser babetên wek paşeroja Îraqê, pirsgirêkên demokrasîyê û azadîyê, tevlî bûna Sinnîyan di vê pêvajoyê de.

Di Konferansê de serokê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Omer Şêxmus û hevkarê me Belên Salih jî amade bûn ku di vê bernama Hello Washinton de tevî hevkar Heyder Kerîm û Muteber Şîrwanî dê mêvandarîya bernamê bikin.

Eger bixwazî li bernama Hello Washingtona vê heftîyê guhdarî bikî ji kerema xwe re li jor nivîsa ku dibêje "Li bernama Hello Washington guhdarî bike" bitiqîne.

XS
SM
MD
LG