Dîplomat dibêjin Ajansa Hêza Atomîk ya Navnetewî (IAEA) kombûye ji bo ku bi axive da ku Îranê bibin pêşîya Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî
Dîplomatên li Vîyana herwisa dibêjin Rusya li dijî vê pêşnîyazê ye û dibêje divîya zêdetir wext bidana danustendinên Ewrupî bi Îranê re ku Brîtanya, Almanya û Fransa pişikdarin.
Îran huşdarî daye ku dê dest bi zaxkirina uranyumê bike eger wê pirsê bibine pêş Civata Tenahîyê ku renge tola li ser Tehrane deyne ji ber şikandina Peymana Belavnebûna Navokî.
Roja Duşemê wezîra derve ya Welatên Yekgirtî yên Amerîka Condoleezza Rice li New Yorkê got, eew di wê bawerîyê de ye ku ev kêşe wê biçe ber Neteweyên Yekgirtî û got, divîya Tehran bersiva hemû pirsyaran bida li ser 15 salên bizavên xwe yên navokî.
Washington Îran bi çêkirina çekên atomîk gunehbar dike. Îran îddîayan red dike