Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur dibêje ew bernameya xweya çekên navokî ji nav nabe heta ku Amerîka sazgeheke navokî ya ava sivik nede tê


Koreya Bakur vê daxwazê dike bo çêkirina hêza kehrebayê. Roja Duşembî Koreya Bakur soz da ku dest ji bernameya xwe ya çekên navokî berde beramberî wergirtina harîkarîyên hêzû têhnê û parastina wê bête misoger kirin.

Pêşvenêrê Koreya Bakur berî ji Pekînê vegerêt roja Sêşembî got bi wergirtina sazgehên navokî yên ava sivik Amerîka dê şêt rêbaza xwe ya neyar beramberî Koreya Bakur bigohrît.

Peyivdarekî wezareta derve ya Amerîka got daxwaza vê dawîyê ya Koreya bakur di nav rêkeftina roja Duşembî de li Pekînê nîne. Û Japonyayê got ev daxwaze cîhê qebulê nîne.

XS
SM
MD
LG