John Lorimer generalê ku berpirsyarê desteya rizgar kirinê bû dibêje polîsên Îraqî roja Duşemê du serbazên bi cilên medenî girtine û heps kirine şuna ku ew li du qanunan bidin destê hêzên Brîtanî . Lorîmer dibêje:
"Paş ku me hay jê bû ku ew du serbaz dayîne destê mîlîsan, ez pêtir ketime di gumana wan da. Min ew biryara bi zehmet da û ferman da ku serbaz biçine linav polîsxaneya Cem’îyet. Bi wê bizavê me şîya piştrast bikeyn ku ew serbaz edi di destê polîsên Iraqî da nebûn. Dûra bizaveke leşkerî hate kirin ji bo rizgarkirina serbazan ji xanîyeke li Basrayê."
Wezîrê berevanîyê yê Brîtanyayê John Reid dibêje piştî danûstendinên bi polîsên Îraqî re Kumandarê Brîtanî di rizgarkirina serbazan da tu çewtî nekiriye . Reid bi vî awayî didomîne axaftina xwe:
“Li demê danûstandinên bi dirêjîya wê rojê, em aloz bûyn ku ew serbaz nedidane dest û bi rastî jî belkû ew di xeterê da bûn. Bûyerên dûra nîşan da ku ew serbaz ji polîsxaneyê hatibûne birin, vêca kiryara qumandarî rast bû.”
Karbidestên Brîtanî tu daxuyanî nedan ji bo mesela ku gelo çima herdu sebazên girtî bê cilûbergên leşkerî bûne, bi çi wezîfeyê li wir bûne û an jî çima hatine girtin. Dezgehên ragihandinê yên Brîtanyayê dibêjin ew wisa bawerin ku herdu serbaz endamên Hêza bi Taybetî bûne.
Polîsên Îraqî dibêjin şikra ku zilamên girtî gulle berdane polîsên nobetdar. Û tu daxuyanî jî nîne ka gelo ew çewa ketine nav destê milîtanan .
Wezîrê berevanîyê Reid dibêje ne dîyare ka gelo polîs tirsîyane an jî dest hebûne digel wan milîtanan.
Şarezayên Berevanîya Brîtanî xema xwe dîyar kiriye sebaret egera milîtanên Şîa li ser polîsên Besra.