Berbêjên şarezayê ba û hewayê dibêjin di çend seetên dawî de bahoza Rita hêdî hêdî aş bûye belê hêjî xetera wê didome nemaze ku ber bi Texas û Luisiana ve diçe.
Di vê navê de li New Orleansê av bi ser seddekê ve ketîye û lehîyek herikîye ser wî bajêrê ji bahoza Katrina zîyan dîtibû.
Dezgeha Niştimanî li ser ba û hewayê dibêje bahoza vê dawîyê di seetê de 350 kîlometre diçe li Galvestona li başura rojhelata Texas û bi çûna xwe re bayê dicivîne serê seetê bi 220 kîlometreyê.
Wisa çaverê tê kirin ku wê bahoz roja Şemîyê li kenara deryaya Texsas-Luisiana bixe.
Bi deh hezaran kes xwe ji herêmê vedikşînin ku bi vê vekêşanê henu rl bi otomobîlan hatîye girtin. Karbidest dibêjin ku nêzî 24 kesên pîr îro(În) di vekêşanê de mirine li Dallas ji ber oteboseke agir pêketî. Karbidest bawer dikin ku piştî agir bi otebosekê ketîye tankên oksîjenê yên di otebosêde teqîyane û pêtên agir otomobîlê kiriye qirik..
Serok Bush wê îro seredana Texas û bingeha leşkerî ya komando li Colorado bike ji bo planên xwe amade kirinê bibîne.