Li encama hêrişeka xwekujî bu ser karwanekê otombîlêt polîsê Iraqî li Bexda bi kêmî 9 kes hatine kuştin ku zorîna wan komandoyêt dijî-tîrorê bûn.
Deselatdar dibêjin bi kêmî 10 kesêt dî di wê hêrişêda birîndar bûn. Ev hêrişeş piştî şer û lêkdanekê bî nêvbera serbazêt Emirîkî û çekdarêt ser bi oldarê Şî’a Moqteda El-Sedir.
Deselatdarêt Hevalbendê dibêjin serbazêt Emirîkî bi kêmî 8 çekdar kuştin û 5 birîndar kirn, demê bizav dikir giropeka çekdarêt gomanlêkirî bigrin.
Li başora Bexda û li encama hêrişeka xwekujî li bazara bajerokê Hille yek kes hate kuştin û bi deyan kes birîndar bûn.