Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokeyeke Îsraîlî li bajêrokê Xezzeyê da, Şaron jî li meha 11 hilbijartinên pêşîn nake


Piştî êrîşên milîtanên Felestînîyan yên heftîya buhurî bi muşekên ji ser sînor ra firokeyeke Îsraîlî îro Sêşem êrîş zêdetir kirin bi ser Devera Xezze.

Tu agahî nehatibû ragihandin di derbarê birîndar û mirîyan de piştî wan êrîşên li ser herêma Beyt Hanuna li Xezzeyê. Leşkerê Îsraîlê dibêje pirên ku ji alî milîtanên Felestînî ve dihatin bi karanîn helweşandine.

Li Kenara Rojava hêzên Îsraîlê bi şev 82 milîtanên Felestînî yên din jî girtin û bi vî awayî hejmara bergumanên ku ji roja Yekşemê û virdaye hatine girtin gihîştîye nêzî 300 kesan.


Wezîrê berevanîyê yê Îsraîle Şawul Mofaz soz dide ku Îsraîl êrîşên xwe wê bidomîne.


Di vê navê de serokwezîrê Îsraîlê Arîel Şaron di partîya xwe ya Lîkud de roja Duşemê bi piranîyeke kêm biserkeft dema ku endamên partîyê pêşnîyarek red kir ku li hilbijartinên pêşîn li meha 11 bên kirin. Serokwezîrê berê Benyamîn Netanyahu bizav kir ku hilbijartinên pêşîn di meha 11 da bên kirin da rêzdar Şaron ceza bikin bo vekêşana ji Devera Xezzeyê.



XS
SM
MD
LG