Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barova Demri li Vîyetnamê dide


Barova demrî evro geheşte bakura Vîyetnamê û jimareka kesan birîndar bûn û gelek zîyan gehandîne def ava bakur û naverasta Vîyetnamê.

Karbidestêt Vîyetnamê dibêjin barova demirî vê sibêdê geheşte devavê li parêzgeha Thanh Hoa bi hurrebakeyekê xurt ku 100 kîlmetre di seetê da xweş diçît digel tavîyêt baranê.

Her wisa karbidest dibêjin zîyan gehêtşte sikrêt devavê û jimareka parêzgeha bê kehreba (elektrîk) mayîne. Karbidestan nêzîkî 300 hezar kesan veguhestîne berî barove bigehîte deverê.

Berî barova demirî li Vîyetnamê bidet, roja Duşembî li başura Çînê dabû, li parêzgehêt Hainan û Guangdong û dibêjin bi kêmî ve 9 kes li parêzgeha Hainan mirine.

XS
SM
MD
LG