Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blair soz da ku ew ji Îraqê venakêşin


Birêz Blair bi xurtî berevanî li sîyaseta xwe ya Îraqê kir. Wê rêbazê kêşeyek afirandîye hem li nav hem jî li derveyê partîya Kar ya desthilatdar, bi tundbûna serhildana li nav Iraqê.

Ew dibêje Birîtanya ji xebata xwe ya berevanîya li nexşeya Îraqîyan venabe ya ji bo bi azadî hilbijartina hikûmetê li dawîya salê.

Ew yekemîn car bû ku Birêz Blairî bi dûrûdirêjî behsê Îraqê dikir ji bûyera li heftîya bihurî li bajêrê Basrayê û virda. Hingê komeke ture ya Îraqîyan hêzên Birîtanî dabûne ber keviran û bombeyeke agirî gava ku wan serbazan hewil dida ku du hevkarên xwe ji destê polîsên Îraqî xelas bikin.

Rêzdar Blair dîsa êrîşên terorîstan li 7ê mehaTîrmehê li Londinê mehkûm kirin. Di wan êrişan da 52 rêwîyên tren û otobosekê û her çar êrîşbirên Misilman yên Brîtanî hatibûne kuştin. Di wê rojê de Brîtanyayê mêvandarîya civîneke heyşt welatên sazkar yên pêşketî dikir.

Piştî wan êrişên bi bombeyan, hikumeta birêz Blair bizavek ragihand li dijî tundrêyên Îslamî û Serowezîrî di axaftina xwe de bang li civata Misilmanên Brîtanyayê kir ku rêzê li demokrasî û kevneşopên wî welatî bigrin.

Rêzdar Blairê partîya Kar gihandibê serkeftineke sêyem a dîrokî di meha Gulanê de, para mezin ya gotara xwe da ser bernameya xwe ya karûbarên hundurîn. Wî got ew daxwaza gerra çarem ya serokwezîrîyê nake, belê nego ka ew dê kîngê dev ji kar berde.

Di nav Partîya Kar da gelek gotgot hene ku Wezîrê Karûbarên Diravî Gordon Brown dê şûna Birêz Blair bigre û konferansa partîya Kar bi giştî li ser vê nîqaşê ye ka ew guhartin dê kîngê bibe.





XS
SM
MD
LG