Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakîstanê Mîlîtanekî mezin yê Sunne girt


Tête ragihandin ku hêzên parastinê yên Pakîstanî mîlîtanekî serekî yê Sunne girtîye.

Karbidestan piştrast nekirîye, lê li dû gotina jimareke peyaman Asif Çoto berî çend rojan li derveyî paytextê Pakîstanê hatîye girtin.

Tête gotin ku ew serokê Leşkerê Jengvî ye, komeleke qedexekirî ya Sunneyên tundre. Wê rêkxistîyê binaskar diken bi jimareke êrişên li ser civaka kêmanîya Şîeyên Pakîstanê.

Êrişkerekî xwekuj serê îsal li mizgefteke Şîeyan li Qaraçî, bi bombê pênç mirov kuştin û li alozkarîyên dû ra 6 kesên dî hatine kuştin.

Li dû îddîayan, Asif Çoto her wesa berpirsîyar e li himber sê teqandinên dî yên par bi kuştina pêtir ji 70 mirovan.

Ew kom li sala 1996ê hate danan û tundrêyên herî tûj yên ji Sûnneyên Pakîstanê demûdest xwe gihandê.

Ravekerê sîyasî Hesen Eskerî dibêjît ew komela li sala 2001ê hatî berbendkirî têkilî digel tura el-Qaydê hene. Ew kom tête gunehbar kirin ku du caran qesta kuştina serokê Pakîstanê Perwez Muşerrefî kirîye. Têkilîya mîlîtanên pêra di kuştina rojnamevanê Amerîkî Daniel Pearl da jî hatîye destnîşan kirin.

XS
SM
MD
LG