Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatoya Amerîka Serokatîya John Robertsî bo Dadgeha Bilind pejirand


Civata Senetoran ya Kongresa Amerîka bi dengdan serokatîya dadyarê federalî John Robertsî bo Dadgeha Bilind ya Amerîka pejirand.

Li dengdana îro, 78 senetoran bo serokatîya Birêz Robertsî, 22yan jî li dijî wî deng da. Gelek Demokratan xwe da digel yên piranîya partîya Komarî û Dadyar Roberts kire serokê Dadgeha Bilind li şuna Dadyar William Rehnquist ku li serê vê mehê miribû.

Seraya Spî civîneke sondxwarinê dirust kirîye bo Pêncşembî da ku John Roberts dest bi karê xwe yê nû biket.

Peyivdarê Seraya Spî (Scott McClellan)î got Birêz Roberts dê ji dadgeha bilind ra bibîte serokekî bêhempa û welat dê li salên têt pê serbilind bît.

Dadyarên Dadgeha Bilind bi dirêjîya jîyanê an heta ku ew xwe jê vedikêşin li ser kar dimînin û çêdibît ku John Robertsê 50-salî bi 10an salan rêberîya wê dadgeha herî bilind ya Amerîka biket.

Vê navbeynê li dû peyamên nepiştrastkirî, nêzîk e ku Serok Bush berbijarekî dîyar biket li şûna dadyar Sandra Day O'Connora karnişî ji wê dadgehê.

Belkû ew pêvajoya pejirandina endamîya wî an wê berbijarê rê bidete miştomireke germûgur ji ber ku Dadyar O'Connor endameke nermrê bû û gelek caran dengê wê encam dîyar dikir li dengdanên linav neh dadyarên Dadgeha Bilind wek pênc-bi-çar.

Serok Bush çêdibît ku dadpirsekî parêzyar ê bihêz destnîşan biket li şûna wê. Demokratan gotîye heke Serok bi wê rê biçît, ew dê bi tundî li dijî wê biryarê rawestin.

XS
SM
MD
LG