Serokê hêzên Amerîkî li Iraqê dibêjît çêdibît ku Amerîka li sala têt dest bi vekêşana leşkerê xwe ji Iraqê biket, lê ew li ser wî destûdarê li demê û li dû hilbijartinên tên yên Iraqê rawestîyaye.
Ceneral George Casey li roja Pêncşembî gote Komîteya Karûbarên Leşkerî ya Civata Senatoran ya Kongresa Amerîka ku ev çend mehên tên dê bêqam giring bin li dana wê biryarê ka Amerîka kengî dikarît dest bi înana serbazên xwe ji Iraqê biket.
Biryar e ku referanduma ser destûrnameya Iraqê li 15yî meha têt û hilbijartinên parlamentoyê jî li dawîya salê bêne kirin.
Ceneral Casey got serhilda dê hewil biden ku bernameya veguhastina sîyasî li Iraqê têkveden, lê ew sernakevin.
Jimareke Senetoran gumana xwe îna ziman li himber wê nirxwandina geşebîn ya Ceneral Casey derbarê rewşa niha li Iraqê da. Senetorê ji Partîya Demokrat Carl Levin got ew aloz e ji dijberîya Erebên Sunne bo destûrnameya Iraqê.