Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyoneka leşkirî li rojava Iraqê birêve diçît


Li berdewamîya bizavêt xwe bu jinav birna xirapkaran, hêzêt bi serokatîya Amerîka li Iraqê operasyoneka leşkirî li rojava welatî, nizîkî toxîvê Sûrya, dest pê kir.

Leşkirê Amerîkî ragehand ku ew operasyon sipêdeya evro şembî li rojavaya parêzgeha Enbar, 12 kîlometra dûr ji toxîvê Sûrya, dest pê kir. Leşkirî herwesa ragehand ku nizîkî 1000 serbazêt Emirîkî di wê operasyonê da pişik darin.

Karbidestêt leşkirî dibêjin yek ji armancêt vê operasyonê rawestandina xirapkarêt bîyanye li hatine nav Iraqê berî rîfrandoma niştîmanî li roja 15 vê mehê.

XS
SM
MD
LG