Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush Rojîya Remezanê li hemu Misilmanan pîroz kir


"Laura û Ez pîrozbahîyên germ li Misilmanên Emîrîka û Misilmanên seranserê cîhanê dikeyin li dema ew dest bi rojîya remezana pîroz dikin. Meha remezanê, kû bîrewerîya hatina Qur’ana pîroze ji bo Mihemmed Pêxember, pîroztirîn meha salê ya Misilmana ye. Eve demeke hêjaye bo rojî û nivêj û xêr û xêrat û hizra xêr û seraye. Her wesa ew demeke hêjaye ji bo dûa û nivêj û werara giyanî û delîveyeke bo gûhêxwedana feqîr û hejaran û dabeşkirina xêra Xwedê ye di gel wan kesên pêtivî pêhey.

Bi dirêjahîya dîrokê Xwedê kerem di gel Emîrîka kirîye ji ber xebata xelkê xwûdan bîr û bawerên olî yên cûda li Emîrîka. Hevwelatîyên me yên Misilman alîkarîya bi hêzkirina welatî kirî ye bi bîr û bawerên xwe yên olî, bi merdînîya û dilovanîya xwe welat kirî ye cihekê pêtir bi hîvî. Em hîvîdarîn remezana Misilmana li Emîrîka û seranserî cîhanê pîroz be: remezan mubarek."

George W Bush


XS
SM
MD
LG