Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Îraqê ew guhartina ku di rolên referandumê da kirîn carek din guhartin


Parlamana Îraqî biryara xwe ya berê guhart ku hindek guhartin xistibûne nav rolên hilbijartina bo referanduma bê li ser destûrê nû yê Îraqê.

Roja Çarşembî bi amade bûna nêzîkî nîvekek endamên parlamanî 119 endaman dengê xwe dan bo rakirina wan guhertinan beramberî 28 dengan dijî hinbdê. Biryare ku referandum li 15ê vê mehê bê kirin.

Li dû rolên dengdanê li ser desturî heke 2/3 ji dengderên sê parêzgehan dengê xwe dijî destûrê bidin wî çaxî destûr qebul nabe. Lê endamên Şîe û Kurd hez dikir ku vê bendê bigohorin û bêjin heke 2/3 ji dengderên ku navê xwe nivîsîn dijî destûrî dengên xwe dan li 3 parêzgehan wî çaxî destûr derbas nabe.

Karbidestên Neteweyên Yekgirtî û Amerîkî xema xwe dîyar kiribû li ser vê guhorînê. Her wisa karbidestên Erebên Sinnî û hindek endamên serbixwe û got ku ev guhertine ne qanunî ye. Û dibe ku gelek kes dengên xwe nedin.



XS
SM
MD
LG