Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirê karûbarên berfirehkirinê yê Yêkitîya Ewrûpî sengîyê li Tirkîyê diket ji bo guhartinan.


Rêvebirê karûbarên berfirehkirinê yê Yêkitîya Ewrûpî ji Tirkîyê dixwazît guhartinên sîyasî û yên derbarê mafên mirovan da bilezînît li demê danûstandinên endamîyê bi wê Yêkitîyê ra.

Rasperê Karûbarên Berfirehkirina Yêkitîya Ewrûpî Olli Rehn li dû kombûna bi Wezîrê Derve yê Tirkîyê Abdullah Gul ra li roja Pêncşembî li konferanseke rojnamevanîyê axift.

Birêz Rehn got divêt Tirkîye ji bo endamîtîyê hemî şertûmercên sîyasî bicih bînît guhartinên sîyasî bi xurtî biket li warên desthilata qanûnê mafên mirovan, mafên jinan, mafên komên olî û yêkitîya karkeran.

Rêberên Yêkitîya Ewrûpî bi sengî gotîye endamîya Tirkîyê li nav Yêkitîya Ewrûpî ne piştrast e ne jî otomatîk e tevî destpêka danûstandinan li roja Duşembî. Çaverê tête kirin ku ew danûstandin heta 10 salan bidomin.

XS
SM
MD
LG