Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush berevanî li Miers kir


Serok Bush careka dî berevanî ji biryara xwe kir bo destnîşan kirina şîretvana pirsên qanûnî ya Seraya Sipi xanim Harriet Miers bo dadgeha bilind ya Amerîka.

Di hevpeyvînekê de di gel televîzyona NBC îro pêncşem serok Bush xanim Miers weka miroveka jîr û serkeftî da nas kirin, û got wî bawerî heye kû xanim Miers dê bawerîyê wergire.

Hinek rexnegir dibêjin ew hatîye destnîşan kirin ji ber ku peywendîyên wê yên nêzîk di gel serok Bush hene, û hinekên dî di xema hindê dene kû wê kêm şarezayî di warê dadwerîyê de hene.

Dema serok Bush fermandarên wîlayeta Têksas bû xanim Miers şîretkara wî bû.



XS
SM
MD
LG