Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Surîye dibêje wezîrê navxo Ghazî Kanaan xwe kuşt


Surîye dibêje Ghazî Kanaan ku bîst salan serokê agehîyên Surî bû li Libnanê heta sala 2003, evro li ofîsa xwe li Dîmeşqê xwe kuştîye.

Lêvekolê Neteweyên Yekgirtî pirsyar ji General Kanaanî kiribûn li ser kuştina serokwezîrê berê yê Libnanê Refîq Herîrî. Berî hingê her îro serokê Surî Beşar El Esed gote televîzyona CNN ku her karbidestekî Surî dest hebît di wê kuştinê da dê tawana xiyanetê li ser ête danan.

Nêzîkî heman wextî General Kanaan peywendî digel radyoyeke Libnanî kir û mandel û haşa kir ku çi dest hebin di wê kuştinê da û got ew di wê bawerîyê de ye ku eve têbînîya wî ya dawîyê ye ew didet.

Çar generalên mezin yên Libnanî yên ser bi Surîya hatine tawanbar kirin bi kuştina
Herîrî li meha buhorî lêvekolên Neteweyên Yekgirtî got ne bi tenê ew kes in berguman beramberî kuştinê.

XS
SM
MD
LG