Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zêdeyî ji 60 kesan di şerê li bajêrê li başûra Rusya de hatine kuştin


Milîtanên Îslamî li bajêrê Nalchik li başûra Rusya dest bi êrîşên li du hev kirine ser bi avahîyên polîsan û avahîyên hikumetê ve ku di encamê de zêdeyî 60 kes hatine kuştin.

Serok Vladimir Putin piştî wan êrîşan ferman da ku dor li bajêr bê girtin û hêzên parastinê gulle berdin her kesê ku vê fermanê bi cîh neyne.


Raportên Rusî radigihînin ku li paytexta Komara Kabardino-Balkaria ya Rusya di şer de bi kêmî 50 çekdar û 12 kesên ji xelkê deverê hatine kuştin.


Çekdar her wisa hin kesan revandine nav polîsxaneyekê belê piştra ew berdane. Karbidest dibêjin hêzên parastinê rê girtine li ber hewldana êrîşbiran ku xwestibûne dest bi ser firokexaneya bajêr bigrin.


Cudaxwazên Çeçen li ser malpereke înternetê ku têkilî wan e, mesajekê belav kirine ku berpirsyarîya vê êrîşê li xwe datînin.

Kabardino-Balkaria li ser sînorê Çeçenya ye û hêzên hikumeta Rusya li vir di deh salên bohorî de bi cudaxwazan re şer dikin.

XS
SM
MD
LG