Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berî referandûmê Îraq bi giştî bêdeng e


Îro(În) bi giştî kolanên paytexta Îraqê bêdeng bûn her ku tedbîrên tenahîyê bi kêr hatin di êvara berî referandûma netewî de bo destûrnameyê.

Melle di limêja Înê da li ser destûrnameyê peyivîn, hin ji wan ji civatê re gotine ku destûrnameyê erê bikin û hin jî gotine ku red bikin

Peyivdarekî leşkerî ya Amerîka General Rick Lynch got hejmara êrîşên xirabkaran yên berî vê referandûmê li gorî hilbijartina berê ya meha yek kêm bûne belê dîsa jî hêzên hevpeymanî û yên Îraqî haydar û hişyar in

Li Baqûba û Kerkûk û li Bexdayê hin êrîş qewimîn ku pê çar polîs hatin kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn. Her wisa xirabkaran agir bi hin nivîsxaneyên Partîya Îslamîya Îraqê xistin bi egera biryara wanî vê heftîyê ku ew dê piştevanîya destûrnameyê bikin.



XS
SM
MD
LG