Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraqî evro dengî li ser destûrî nû yî Îraqî diden


Îraqî evro Şembî birev bingehên dengdanê diçin da dengî li ser destûrê nû yê Îraqê bidin. Heta nîvro we dîyar bû ku proseya dengdanê bi şêweyekê asayî birêve diçû digel çend kiryarên kêm yên tundutîjê.

Peyamhinêra dengê Amerîka li Bexda ragehand ku rêjeya dengdanê li paytextê bilind e û herwisa ragehand bingehê dengdanê li devera Ebu Xirêb, ku zorîna runîştevanên Erebên Sunnî ne, bêy perêt dengdanê man ji ber zorîna jimara dengderan.

Li herêma Kurda ya bakura Îraqê û herêma Şî’a li başurê, xelk le rêzên dirêj rawestîya bûn da dengê xwe bidin, ku li wan herêman destûrî piştevanîyeke bi hêz heye. Jimara dengderan li bajêrên Sunnîyên navenda Îraqê zor zêdetir bû beramberî jimara dengderan li helbijartina parlamanîya heyva yêk. Li bajêrê Rumadî paytextê parêzgeha Anbara pir tundutujî, jimara dengderan zor kêm bî.

Nêzîkî 6100 bingehên dengdanê li sernaserê Îraqê pêşwazî li dengdan dikin li jêr parastina bi dehan hezar hêzên parastina Îraqê û serbazerên hevalbendîya bi serokatîya Amerîkayê.


XS
SM
MD
LG