Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di ser dijwarîya zivistana Hîmalayan ra alîkarî bo derbederên bîbelerzê diçin


Karmendên hewarçûnê dibêjin li Pakîstan li cîyên ku erdhejê zîyanê gihandîye rewşa tengetavîyê şûna ku sivik bibe her çiqas diçe girantir dibe.

Jimara mirîyan her roj zêdetir dibe ku heta niha tenê li Pakîstanê gihîştîye nêzî pêncî hezarî û karbidest dibêjin ji ber ku dinya sar e û ji ber birîndarên hê ne hatine derman kirin xuyaye ku wê ev hejmar hêjî bilindtir bibe.

Li cîyên ku bi giranî zîyan gihîştîyê li Keşmîr û li parezgehên li rojavaya bakûr yê li ser sînor in, karmendên hewarçûnê dibêjin ev heftîyeke ku pêdivîya herî girîng bi kona ye.

Stephen Matthews tevî karmendên ajansa Amerîka ya alîkarîyê bi navê World Vision dibêje heta ku konên zivistanê negihîjin deverên ji bîbelerzê zîyan dîtî, xuyaye dê gelek kesên dî dê gîyanê xwe li dest de. Matthews dibêje, “Her roja dibuhure li vê deverê dinya sartir dibe. Gelek kes li derve dijîn, bi gotineke din bi sedan hezaran wehe ye wê ji serma bimrin eger em zu bi zu li hewara wan neçin.” Her wisa behsa berdewam kirina alîkarîya civata navneteweyî dike û dibêje, “ Ez nizanim bi çi awayî bînim zimên ku rewş çiqas wêran e li vir û her wisa ku divê dinya her bala xwe bide bûyerên li vir diqewimin.”

Neteweyên Yekgirtî dibêje ji ber erdhejê zêdeyî sê mîlyon kes bê mal mane û pêdivî bi sêsed hezar konên zivistanê hene belê kêmî çil hezar kon hatine belav kirin.



XS
SM
MD
LG