Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şewba mirîşkan ku eger belav bibe dê milyonan kes nexweş xîne gihîşt Tirkiyê


Ev êşa ku wek êşa mirîşkan tê zanîn navê giştî yê 15 vîrusên cur bi cur e, cara pêşî li Rusya û Sibiryayê peyda bû. Vîrus paşê ji ser çiyayên Uralê xwe gihand Moxolistan, Kazaxistan û vê dawiyê jî gihîşt Asya ya Başûr. Nexweşî li Asyayê herî kêm 115 kes nexweş xist û bû egera mirina 65 kesên li welatên Asya ya Başûr.

Nexweşî, li Ewrûpayê jî cara pêşîn di 8ê meha Îlonê de, li Romanyayê derket. Wezareta Çandinê ya Romanyayê diyar kir ku li rojhilata vî welatî, dora çemê Tunayê sê werdekê mirar bûyî hatine dîtin û di dawiya lêkolînê de derketiye holê ku di sewalan de virusa êşa mirîşkan hatiye vedîtin.

Piştî Romanya, virusa nexweşiyê li Tirkiyê jî xist. Nexweşî di 5ê Îlonê de derket holê û digel Romanyayê di heman rojê de 8ê mehê de ji raya giştî re hat eşkere kirin. Nexweşî li rojavaya Tirkiyê li navçeya Manyasa parêzgeha Balikesîrê dema 800 şamiyên ango elokên gundiyekî di şevekê de mirar bûn, derket holê. Paşê li herêma ku nexweşî lê hatibû dîtin qadekê bi qasî 500 dekarî hat dezenfekte kirin û dora navçeyê 3 km ket karantînayê. Di çarçoveya hewldanên pêşîlêgirtina nexweşiyê de heta niha 5 hezar û 691 sewalên bi bask hatin itlaf kirin ango mirarkirin.


Wezaretê Çandinê û kar û Barên Gundan û Wezareta Tendurustiyê diyar kir ku nexweşî welatên ku li ser riya çûkên koçber ne, peyda dibe û Tirkiye jî li ser riya çûkan e. Piştî vê yekê dema ku di encama lêkolîna li ser sewalan de hat kirin, cureyê H5N1 a virusan hat vedîtin, ku kujer e, li ser vê yekê li sersanserî Tirkiyê di nava xelkê de aloziyek peyda bû.

Li cihên din ên welêt ku li ser riya çûkan de ne, tedbîrên cur bi cur tên wergirtin da ku nexweşî belav nebe.

Heta niha jimara kesên ku ji ber nexweşiya şewba mirîşkan serî li nexweşxane dane 9 kes in. Rayedar diyar dikin ku her kes dikare ji vê tedawiyê sûdê werbigire.


Pispor ku dibêjin divê neyê hiştin ku çûkên herêmî bi çûkên koçber re têkilî deynin, û koça çûkan ku di meha gelawêjê de dest pêdike û heta dawiya Îlonê dom dike, lewma xeter hîna jî heye.

Nexweşî xeynî Romanya û Tirkiyê wekî din Li Yewnanîstan, Xirvatistan, Ukrayna û Makedonyayê jî peyada bû.

Pisporên Yekitiya Ewropayê jî, li hin welatê ku nexweşî lê hatine dîtin lêkolînan pêk tînin ku Tirkiye jî di nav van welatan de ye. Îro jî wezîrên Kar û Barên derve yên Y.E. jî îro da ku derbarê şewbê de nîqaş bikin hatin cem hev.

Pisporên Ewropî diyar kir tedbîrên ku li Tirkiyê hatine wergirtin bes in. Tirkiyê jî, ji Y.E. xwest ku 700 cil û bergên taybet bişînin Tirkiyê.

Aliyê din de jî, zanistên Îngîlîz hewlê didin ku li dij nexweşiyê derziyek amade bikin. Tê diyar kirin ku zanist li ser minakên ku ji Tirkiye û Romanya hatine şandin lêkolînê dikin.

XS
SM
MD
LG