Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush û Ebbas wê li ser hilbijartina li Filistîn bi peyivin


Serok Bush îro li Qesra Sipî bi rêberê Filistîn ê Mahmud Ebbas re kom dibe ji bo danustendinên pêşvebirina pêvajoya aşîtyê li Rojhelata Navîn

Wisa çaverê tê kirin ku wê herdû rêber her wisa li ser hilbijartina parlamentoya Filistînê jî bi axivin.

Karbidestên hikumeta Bush dibêjin ew di wê xemê de ne ku wê rewşa komelên milîtan dê li dengdana li meha yek encameke baş wergirin. Ew dixwazin rêberîya Filistînî ji berbijaran bixwaze ku ew zebr û zordarîyê mehkum bikin da ku astengan deynin pêşîya komelên wisa.

Serokwezîrê Îsraîlê Ariel Sharon gotîye ew beşdarîya komeleyên wek Hamasê qebûl nake.

Ev yekemîn kombûne li navbera birêz Bush û Ebbas ji vekêşana Îsraîlê ji Devera Xezzeyê û pêve ku wê dagirkirina 38 salan bi dawî anîbû.


Peyivdarê Qesra Sipî Scott McClellan dibêje ev derfeteke başe ji bo serok ku alîkarîya Filistînîyan bike di rîya damezirandina dewleta wan ya serbixwe de. Dibêje ew berpirsyarîya rêberîya Filistînî ye ku zebr û zordarîyê nehêle û komelên terorîst ji nav bibe.



XS
SM
MD
LG