Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji welatên Ereban hest û têbînîyên tevlihev li ser dadgeha Seddam Huseynî


Ji welatên Ereb li himberî destpêka dadkirina dîktatorê berê yê Iraqê Seddam Huseyn hest û têbînîyên tevlihev têne ragihandin.

Dadgeha Iraqê Çarşembî dest bi mehkemekirina Seddamî kiribû bi tawana tevkuştina 143 hevwelatîyên wî.

Ji Iraqîyên ku ew dadgeh temaşe dikir gelek Erebên Sunne nehengê wan e û ew dadgeha Iraqî mehkûm kir wek destxetê Amerîka. Şî’e û Kurdên belingazên desthilata Seddamî pêxweş e dadkirina wî ku ew dê li dawîya dawîn bigehîte heqê xwe û gelekan daxwaza îdama wî kir.

Li derveyî Iraqê sernivîsarên rojnameyan têbînîyên cida hebûn li roja Pêncşembî. Ji Kuweytê rojnameya El Watan got ‘Dirundeyê Iraqê li pêş dadgehê ye. Lê ji Erebîstana Suudî, El Rîyadhê hûşdarî da û got tevî hindê ku dinya hevbîr e li ser cirumên Seddamî, çêdibît ku ew dadgeh wî bikete leheng li pêş çavên piştevanên wî.



XS
SM
MD
LG