Karbidestekî bilind ji Neteweyên Yêkgirtî gazî NATOyê kirîye ji bo bizaveke hewayî ya mezin ji bo alîkarîya bi mîlyonan belingazên bîbelerza Pakîstanê berî hatina zivistanê.
Rêvebirê xebata hewarçûnê Jan Egeland dibêjît divêt dinya çav bidete bizava sala 1949ê ya Amerîka ku bi firrokan kelşpel şandibûn bo Berlîna jêr dorgirtina Yêkitîya Sovyetî.
Amerîka û hevpeymanên NATOyê ji xwe bi firrokan çûyne hewara wan deverên Pakîstanê û kelşpel jê ra hinartîne.
Li konferansa rojnamevanîyê îro li Cinîva, birêz Egeland her wesa ji Hindistan û Pakîstanê xwest ku jêknegirtina sebaret Keşmîrê danêne alîyekî û demûdest pêkbihên ji bo lezandina veguhastina alîkarîyê ji alîyê jêrdestê wan yên Keşmîrê.
Jimara resmî ya kuştîyên bîbelerza heftîya bihorî ji 48,000ê pêtir e bi 67,000 birîndar û nêzîkî nîv mîlyon kesên pêdivîyê alîkarîyê.