Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Se’d Herîrî pesna raporta Mehlis diket


Kurê serok wezîrê Lubnanê Refîq Herîrî pesna raporteka Netewêt Êkgirtî da ku têda karbdestên Sury û Lubnanî bi kuştina babê wî berpirsyar diket.

Se’d Herîrî di gotareka telefizyonê da evru şembî got malbata wî bi derencamên raportê razîne û daxaz kir ku ev keyse biçîte pêş dadgeheka navneteweyî. Roja eynî seruok Bush daxaz ji Netewên Êkgirtî kir da bi zûtirîn wext kombinê girêdet bu bas kirina wê raportê ku wî gotî cihê nîgeraniyeka mezine.

Li roja eynî miştumireka zor liser wê raportê hatine kirin demê lêvekolê Netewên Êkgirtî Detly Mehlis pênas kir ku wî basê dû mirovêt serokê Sury Beşar El-Esed linav raportê reşvekiriye. Lêvekolê Netewên Êkgirtî got wî navên taybetî yêt kesan li wê raportê reşvekiriye çûnkî bu heye dîtineka xelet liser rastiyên neveroka raportê nişabidet. Wî ew gotin ret kirin ku dibêjin zor lê hatiye kirin da navên gûmanlêkiriyan li raporta xwe reşveket.

Li Dîmeşqê, peyvdarekê wezareta derve, dîsa dest hebûna Surya li kuştina berêz Herîrî ret kir û got Surya hefkarî digel lêvekolê Netewêt Êkgirtî kirye.

XS
SM
MD
LG