Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sikirtêrê giştî yê Komkara Erebî seredana herêma Kurdistana Iraqê diket


Sikirtêrê giştî yê Komkara Erebî, Emir Mûsa, seredana herêma Kurdistana Iraqê kir û li firokexana Erbîl ji layê serok wezîrê hikometa herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, pêşwazî jê hate kirn.

Piştî hingî birêz Mûsa digel serokê herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, kom bû û konfiranseka rojnamevanî girê da.

Herwesa wezîrê derve yê Iraqê, Hoşyar Zêbarî, digel şandê Komkara Erebî seredana herêma Kurdistanê kir. Peyvdarê wezareta derve ya Iraqê got ku berêz Mûsa roja yekşembî seredana Silêmanî diket û digel serokê Iraqê, Celal Talebanî, kom dibît.

Heke te bivêt guhê xwe bideye raporta peyamhinêrê Hevlêrê, ev fayla dengî ya servey vî perî kilik bike.

XS
SM
MD
LG