Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bexdayê bi bombeyan 17 mirov hatine kuştin


Karbidestên Iraqê dibêjin li encama paqandina sê otomobîlên lixumkirî nêzî otêlên rojnamevanên bîyanî li Bexdayê, 17 mirov hatine kuştin.

Ew dibêjin di wan teqîyanên li domandorên otêlên Filistîn û Sheraton de jimareke kesan jî birîndar bûye.

Ji alîyê dî ve, Desteya Hilbijartinan ya Iraqê dibêje ew lêkolînê dike û mêze dike dengên ji Musilê da biryarê bide ka li wê wîlayetê jimara pêwîst ji dengderan dengên xwe li dijî destûrnameya Iraqê daye ku wê vîto bikin, ango rê lê asê bikin.

Li dû gotina karbidestên hilbijartinan, li du wîlayetên bi para mezin ji Erebên Sunne, li Enbar û Seleheddînê, beşdarên referanduma li 15yî vê mehê, bi jimarên mezin ew destûrname red kirîye. Karbidestan got paşeroja wê belgê niha li ser encama wîlayeta Musilê rawestîyaye.

Li pirranîya wîlayetên dî yên Iraqê, jimarên gelek mezin ji dengdaran ew destûrname qebûl kirîye. Lê ew destûrname dikarît bête dorandin, heger li sê wîlayetan dusêka dengderan jêre bêjin “Na.”

XS
SM
MD
LG