Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rusyayê li dijî biryarnameya Neteweyên Yêkgirtî xwe da ser tayê Sûrîyê


Rusya dibêjît ew dê her çî tiştê ku pê çêdibît biket da nehêlît ku Neteweyên Yeêkgirtî toleyan danete ser Sûrîyê.

Peyivdarekî Wezîrê Derve yê Rusyayê Sergei Lavrovî ew helwêsta hikûmeta Moskowê li roja Çarşembî li destpêka seredana Birêz Lavrovî bo Îsraîlê ragehand.

Amerîka, Fransa û Brîtanyayê li roja Sêşembî pêşnivîseke biryarnameyê li Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yêkgirtî gêrand ku ji Surîyê dixwazît ku her hevwelatîyê xwe yê bi şika maytêkirina di kuştina Serokwezîrê berê yê Libnanê Refîq Herîrî da bigirît.

Ew pêşnivîs dibêjît bila dest danêne ser malûmilkê her bergûmanekî û nehêlin ew kes ji Sûrîyê derkevît û gefa toleyên li dijî Şamê diket heke ew hevkarîyê neket di lêkolîneke Neteweyên Yeêkgirtî da.

Wê lêkolînê gotîye karbidestên Sûrî û Libnanî dest digel wê kuştinkarîya Şuwatê hebû.

Karbidestên Sûrî ew encam red kirîye û gotîye ew jêrbandora dijberên Surîyê bû.

XS
SM
MD
LG