Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê şerê serhildayên Sunne û Mîlîsên Şî’e: 19 kuştî


Karbidestên Iraqî dibêjin serhildayên Erebên Sunne li başûra Bexdayê digel polîsan û mîlîsên Şî’e bi şer çûyne û di şerî da bi kêmî ve 19 mirov hatîne kuştin.

Ji kuştîyên şerê Pêncşembî, du polîs bûn û 17 jî endamên Leşkerê Mehdî yê melayê tundrê Moqtada Sadr. Karbidest dibêjin şer hilkeft gava ku wan mîlîsan bi alîkarîya polîsan hewil da ku şerkerekî xwe ji rehînîya wê koma Erebên Sunne rizgar biken.

Li demê wî şerî, Erebên Sunne û Şî’eyan bizav dikirin ku hevalbendîyan danên berî demê dîyarkirî li roja Eynî bo nîvîsîna navên partîyên beşdarên hilbijartinên parlamentoyê li meha 12e.

Sê komelên Erebên Sunne li roja Çarşembî rêkkeftin ku pêkve di hilbijartinan da pişikdar bibin, û li dû peyaman, rêberên Şî’e jî nêzîkî rêkkeftineke wesa bûn. Partîyên serekî yên Kurdan gotîye ew dê hevalbendîya xwe ya li demê hilbijartinên meha yêk li hilbijartinên tên jî biparêzin.

XS
SM
MD
LG