Serokê Çînê Hu Jintao bû roja dûyê li Pyongyang kûm dibît pişty rêberê korî Kim Jong il soz da kû welatê wî pişikdariyê li gereka diya kûm bûna diket liser bernama navukiya wî.
Berêz Hu roja eyni geheşte paytextê Korya Bakor. Rojnameya China Daily ragehand kû li demê kûmbûnê ruja eyni rêberê Korya Bakor gûte berêz Hu kû Pyongyang dê soza xwe bicih înît û dê pişikdariyê di gereka diya kûmbûnê ket kû heyva bihêt li Beijing hête kirn. Rojnamê herwesa gûtina berêz Hu belavekiriye kû gûtiye Çîn dê berdewam bît di bizavên xwe bû bidest ve înana pêşveçûnên nû li danostandinan.
Hejî gûtinê ye lidemê kûmbûna şeş aliya heyva bûrî, Koriya Bakor soz da kû dest berdayê berdnama navokî ya xwe bît.