Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush Samuel Alito destnîşan kir ji bo Dadgeha Bilind


Serok Bush dadyarê dadgeha pêdaçûnê Samuel Alito destnîşan kir ji bo Dadgeha Bilind ya Amerîka.


Serok Bush li spêda Duşembî li Qesra Spî axift û got Alito zilamekî bi kesayetîyeke mezin e, qanûnzanekî şareza ye û ji dil û can bawerî bi dadî tê.

Piştî ku Harriet Miers ji ber sengîya ji piştgirên parêzyar yên serok Bushî xwe li heftîya buhurî ji berbijarîyê vekişand, li şûna wê Samuel Alito hate destnîşan kirin.

Birêz Alito 15 sale dadyar e û wek qanûnzanekî parêzyarekî tund tê nasîn.


Xuya ye ku ev biryara Serok Bush wê bibe egera kêşeyeke sîyasî. Eger Senato bi biryara Birêz Alîto razî be ew dê şûna dadyar Sandra Day O’Connorê bigire. Xanim O’Connor wek dadpirseke nermrê dihate nasîn di gelek dozên li ser ji ber birina zarokan û pirsgirêkên din yên berdewam da.



XS
SM
MD
LG