Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê bi kêmî 20 kes hatin kuştin û nêzî 40 kes jî birîndar bûn


Bi teqandina otomobîleke bombebarkirî li bajêrê Basra, li başûr, bi kêmî 20 kes hatin kuştin û nêzî 40 kes jî birîndar bûn.

Bombe êvara roja Duşemê teqîya li parêzgeheke bazirganî ku xwaringeh û firoşgehên wê tije mirov bûn. Şahid dibêjin li cîyê ku bombe lê teqîyaye perçeyên bedenên mirovan li her alî belav bibûn.

Di destpêka roja Duşrmê de li navenda Îraqê şeş serbazên Amerîkî hatin kuştin bi teqîneke bombyeke li kêleka rê veşartî.

Li rojavayê Îraqê hêzên Amerîkî bi firokeyan di operasyoneke berdestê sibehê de li Karabîla bi şika ku ji alî xirabkaran ve dihatin bikaranîn, du xanî hilweşandin. Karbidestên Amerîkî dibêjin serokê şaneyeke El Qaîde hatîye kuştin.


Dixtor ango bijîjk dibêjin ku di wê êrîşê de bi kêmî 40 sivîlên ku 12 ji wan zarok bûne hatine kuştin. Ew îddîa bi awayeke bê alî hêj nehatîye pişterastkirin.


XS
SM
MD
LG