Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hindistanê şahîyêt Diwali bi dilşikestî ve dikin


Li Hindistanê Hindusa dest bi şahîyêt Diwali kirin bi xem ve piştî êrîşêt bomba roja Şembîya bihorî li New Delhi.

Îro li seranserê New Delhi teq tequşk hatin avêtin bo destpêkirina şahîyêt helkeftina Diwali. Herwisa bi navê şahîyêt ronahîyê têne nasîn. Di heman wext de hêzêt parastinê li jêr huşyarîyeke tund in.

Roja Duşembî serokwezîrê Hindistanê Manmohan Singh bi telefonê digel serokê Pakistanê Pervez Musharraf axift û got reng e ku wan hêrîşkeran têkelî bi hindek alîyên biyanî ve hebin û jê xwest da karekî dijî wan terorîstan biket yên ku dijî Hindistanê kiryaran dikin.

XS
SM
MD
LG